PYF/PKKê endamê ENKSyê revand

Ebdulxeffar Muhammedê Endamê Komîteya Herêmê ya PDK-S û Endamê Şubeya Çilaxa ya ENKSyê ji teref PYD/PKKê ve hat revandin.

Ekleme: 23.05.2021 11:35:24 / Güncelleme: 23.05.2021 11:35:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref  ENKSyê ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; Ebdulxeffar Muhammedê Endamê Komîteya Herêmê ya PDK-S û Endamê Şubeya Çilaxa ya ENKSyê û xanima wî doh êvarî li ser Rêbeja Rimelan-Qamişloyê  ji teref PYD/PKKê ve hat revandin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşan kirin, xanima Ebdulxeffar Muhammedî li nêzî gundê Şabakê hat berdan û ew jî hat birin cihekî ku nayê zanîn.

Ebdulxeffar Muhammed berî niha jî dîsa ji teref PKK/PYDê ve hatibû revandin û gef lê hatibû xwarin da ku di nav PDK-S û ENKSê de siyasetê neke.(ÎLKHA)