Li Rihayê ji ber lihevnekirina erdan pevçûn derket: 3 mirî 6 birîndar

Li navçeya Sêwereka Rihayê di navbera du terefan de ji ber lihevnekirina erdan pevçûn derket.

Ekleme: 22.05.2021 13:35:14 / Güncelleme: 22.05.2021 13:35:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer di wextên şeveqê de li Taşlîya Elîyê Miho pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesên nas ên ku di navbera wan de lihevnekirina erdan hebû bi hev re pevçûn û di pevçûnê de çek hat bikaranîn.

Di encama bûyera ku pêk hat de 3 kesên bi navê Ramazan D., Ferman B. û Mahmut B. mirin û 6 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)