Li ser sînora Colemêrgê 2 xort bi berikên leşkeran birîndar bûn

Li navçeya Rûbaroka Colemêrgê 2 kesên sîwîl bi hinceta “qeçexvantîyê” ji teref leşkeran ve hatin hedefgirtin.

Ekleme: 20.05.2021 12:10:21 / Güncelleme: 20.05.2021 12:10:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Çemêkûrka Rûbarokê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Şahap Şendolê 17 salî û Celîl Ekîncîyê 21 salî li Çemekûrka Rûbarokê bi hinceta “qeçexvantîyê” ji teref leşkeran ve hatin hedefgirtin.

Di dîmenên ku ji cihê bûyerê hatin kişandin û li ser medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku leşker bi dengekî bilind ji kesên sîwîl re dibêje: “Çi karê te li vir heye wilan!”

Ji ber vê yekê kesê sîwîl bi van gotinan hewl dide derdê xwe bîne zimên û destnîşan bike ku ew hewl didin debara xwe bikin: “Em mecbûr in, em ne teror in . Ger em teror bana ew ê çeka me hebana. Bes bi me re cixare heye.”

Kesên sîwîl di berdewama vîdeoya ku hatiye kişandin de destnîşan dikin, tu kes bi wan neqêrînin û birîndarên wan hene.

Hat hînbûn ku bûyer doh qewîmî û Şahap Şendolê ku sivik birîndar bûbû ji xestê hat derxistin, lê belê Ekîncîyê ku giran birîndar bûbû hêj li xestê tê tedawîkirin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren li ser tora medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Eren di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku leşkeran bêyî ku hişyarîyê li Şahap Şendolê 17 salî û Celîl Ekîncîyê 21 salî bike bi hinceta qeçexvantîyê gule li ser wan de reşandin.(ÎLKHA)