Yapicioglu: “Digel ku hejmara siyonistan 3 milyar be jî ew ji Filistînîyên ku hejmara 2 milyon in, ditirisin”

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicoglu derbarê berxwedan û micadeleya ku li Filistînê li dijî siyonistên terorîst berdewam dike de nirxandinan kir.

Ekleme: 19.05.2021 17:35:38 / Güncelleme: 19.05.2021 17:35:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu di nirxandina ku ji TRT Kurdî re kir de balan kişand li ser newêrekbûna siyonistan.

“Ev çeteya siyonist bes ji zimanê qewetê fam dike”

Yapicioglu di nirxandina ku kir de destnîşan kir, ew wek HUDA PARê terorê hov her tim telîn dikin û tu carî rejîma îşxalê ya siyonistan wek dewletekê nas nakin. Yapicoglu dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Her çi qas ew xwe wek dewletekê bidin nasîn jî em tu carî wanan wek dewletekê nas nakin. Divê ev siyonistên ku çeteya terorê ne bên rawestandin, ger ev yek neyê kirin ew ji xwe me re dê nesekinin. Bi kurtasî ev çeteya siyonist bes ji zimanê qewetê fam dike.”

“Quds  bes ne doza Filistînîyan e, bi heman awayî doza temamê ummeta Îslamê ye”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, îro 2 milyon Filistînî digel zêc û zarokên xwe li dijî 7 milyon siyonistan micadele dikin û dû re wiha got: “ Li tevahîya cîhanê nêzî 3 milyar siyonist bi mal û milkên xwe, bi can û çekên xwe destekê didin rejîma terorê ya ku hejmara wê 7 milyon e. Li alîyekî çeteya terorê ya ku desteka temamê dinyayê li pey e heye û li alîyê din jî 2 milyon Filistînîyên ku bi keviran û bi mûşekên ku ew bi xwe çêkirine li ber xwe didin heye. Digel vê yekê siyonist ji Filistînîyan ditirisin û çokên wan dilerizin.”

Yapicioglu di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir, ew axên Filistînê yên ku hatine îşxalkirin ne yên siyonistan in.

Ji bo temama daxuyanîya Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicoglu derbarê berxwedan û micadeleya ku li Filistînê li dijî siyonistên terorîst tê dayîn de hûn dikarin vîdeoyê temaşe bikin. (ÎLKHA)