Li Sêrtê ji ber hişkesalîyê paleyîya nîskan îsal zû dest pê kir

Li Sêrtê ji ber kêmbarîna baranê cotkar dibêjin ku ew di tengasîyê de ne û ji ber hişkesalîyê zû dest bi paleyîya nîskan kirin.

Ekleme: 19.05.2021 14:45:37 / Güncelleme: 19.05.2021 14:45:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nîska ku li herêma bakurê Kurdistanê tê hilberandin têra ji sedî 75ê îxtîyaca bakurê Kurdistanê dike. Lê ev yek ji bo wan salên din derbasdar bû. Lewra îsal ji ber kêmbarîna barînê xêr û bereketa nîskên ku hatine çandin jî kêm e ku ji ber vê yekê cotkar naçar in.

“Ê ku dide jî û distene jî Ew e”

Cotkarê Sêrtê yê bi navê Hammed Erekîncî derbarê mijarê de destnîşan kir, îsal baran pir hindik barîya ku ji ber vê yekê dibe ku mahsûl îsal nebaş be û dû re wiha got: “Me nêzî hezar donimî nîsk çand û 20 ton nîsk li nav erdan reşand û em hêvî dikin ku em nêzî 50 tonî nîsk hilînin. Ji ber ku baran nebarîya nîskên îsal biçekî hûrik in. Lê dîsa em ji halê xwe re şukur dikin. Ê ku dide jî û distene jî Ew e.”

“Rewşa nîskan dîsa baş e, lê genim hema hema qet tune ye”

Cotkarekî din ê Sêrtî yê bi navê Nasreddîn Bakir jî derbarê paleyîya nîskan de wisa got: “Ji ber ku baran nebarîya paleyîya nîskan îsal zû dest pê kir.Em cotkar îsal di tengasîyê de ne. Nexasim ji ber kêmbûna baranê genim pir zêde zirar dîtin. Me îsal nêzî 300-400 donimî genim danî, lê me tiştek ji nav erd ranekir. Midûrtîya Daristan û Çandînîyê halê me hat di nav erdê me de dît. Rewşa nîskan dîsa baş e, lê genim hema hema qet tune ye.”(ÎLKHA)