Wezareta Tenduristîyê ya Xazzeyê hejmara şehîd û birîndaran daxuyand: 220 şehîd 6039 birîndar

Rejîma îşxalê ya çeteyên siyonistan êrîşên xwe yên hovane bênavber didomîne.

Ekleme: 17.05.2021 15:20:29 / Güncelleme: 17.05.2021 15:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê kesên ku di van êrîşan şehîd û birîndar bûne de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Xazzeyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di encama êrîşên siyonistan ên ku ji 7ê Gûlanê vir ve tên kirin de li Şerîaya Rojava 21 kes, li Qudsê kesek û li 198 kes şehîd bûn, dîsa ji ber êrîşan li Şerîata Rojava 3 hezar û 728 kes, 1011 kes li Qudsa ku di bin îşxalê de ye û 1300 kes jî li Xazzeyê birîndar bûn.

 Li gorî danayên Wezaretê bi tevahî heta niha 220 kes şehîd û  6039 kes jî  birîndar bûn.(ÎLKHA)