Derhênerê Filistînî bi kurtefîlmê balan kişand li ser zilm û wehşeta ku li Taxa Şêx Cerrah tê kirin

Omer Rammalê derhênerê Filistînî ji bo balan bikşîne li ser zilm û wehşeta ku li Taxa Şêx Cerrah ji teref siyonistên terorîst ve tê kirin kurtefîlmek kişand.

Ekleme: 17.05.2021 11:35:27 / Güncelleme: 17.05.2021 11:35:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di kurtefîlma bi navê “Mekan” de tê dîtin îşxalker dikevin malên Filistînîyan û malên wan tarûmar dikin û dest dideynin li ser mala wan.

Rammal derbarê kurtefîlmê de li ser tora medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û  destnîşan kir: “Mekan; em in, planên me yên hebûna me, bîranîn me û dahatûya me ye.”(ÎLKHA)