Siyonistên terorîst doh bi balafirên şer êrîş birin li ser maleke li kampa penaberan a bi navê El-Şatî.Di encama êrîşa hovane de ji heman malbatê 6 jê zarok 8 kes şehîd bûn.Hat hînbûn ji mala ku hat bombebarankirin pitikek sax hat derxistin.
Ji ber êrîşên hovane yên terorîstên siyonist hejmara şehîdan derket 139an
Derbarê hejmara kesên ku di êrîşên Filistînîyan de hatin şehîdkirin de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Xazzê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Li gorî daxuyanîya wezaretê di encama êrîşan de heta niha 39 jê zarok, 22 jê pîrek tevde 139 kes şehîd bûn û zêdetirî 950 kesan jî birîndar bûn.
Tê diyarkirin siyonistên terorîst xazên bi jehr bikar tînin ku ji ber vê yekê jî Filistînî şehîd dikevin.(ÎLKHA)