HUDA PAR û AK Partî li ser vîdeo konferansê îda hev pîroz kirin

Ji ber coronavîrusê pîrozbahîya îdê ya di navbera partîyên siyasî de li ser vîdeo konferansê hat kirin.

Ekleme: 14.05.2021 14:30:39 / Güncelleme: 14.05.2021 14:30:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lijneya HUDA PARê ya ku tê de Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr û Alîkarîya Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr hebû li ser vîdeo konferansê li îda Alîkara Serokê Giştî yê AK Partîyê Ozlem Zengîn, Endama MYKYê ya Şaxên Pîrekan a AK Partîyê Ayten Aydin û Endamê MKYKyê yê Şaxên Ciwanan a AK Partîyê Cem Çekerek pîroz kir.

Di pîrozbahîya îdê ya ku di navbera partîyan de hat kirin de îda alema Îslamê û ya Tirkîyê hat pîrozkirin.

Di hevdîtina pîrozbahîya îdê de meseleya Qudsê hat gotûbêjkirin.

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr di hevdîtinê de destnîşan kir, Tirkîye miheqqeq pêwendîyên xwe yên bi rejîma îşxalê re ji ber çavan derbas bike.(ÎLKHA)

Video