Serîyeyên Qudsê: Şehadeta fermandaran dê herbê nede sekinandin

Serîyeyên Qudsê ya ku baskê leşkerî ya Cîhada Îslamî ye destnîşan kir, komên berxwedanê bi mehan amadehîya vê herbê dikirin.

Ekleme: 13.05.2021 00:25:26 / Güncelleme: 13.05.2021 00:25:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Serîyeyên Qudsê ve wek bersiv ji Netanyahuyê terorîst û îşxalker re hat dayîn de wisa hat gotin: “Em ji Netanyahu re û ji fermandarê wî yê mexlûb ê artêşa wî re dibêjin: Komên berxwedanê bi mehan amadehîya vê herbê dikirin. Şehadeta fermandaran dê herbê nede sekinandin;bîleqs ew ê xurttir û dijwartir bike.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, şehadeta fermandarên bi navê Samîh Memluk, Basim Îsa û birayên wî nîşan dide ku fermandar di herbê de di sefên herî pêşde ne û herbê îdare û sewq dikin.(ÎLKHA)