Li Herêma Kurdistanê 9 kes ji Coronavîrusê mirin û 664 kes bi Coronayê ketin

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 12.05.2021 11:05:28 / Güncelleme: 12.05.2021 11:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 664 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 9 kes ji ber vîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 4127 kesan; her wisa bi pêketina 664 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 158 hezar kesan.(ÎLKHA)