Serokê Giştî yê HUDA PARê: Misliman divê li dijî rejîma îşxalê dengê xwe bilind bikin

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê êrîşên hovane yên terorîstên siyonist de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 10.05.2021 18:05:27 / Güncelleme: 10.05.2021 18:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Saglam di destpêka daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew wan êrîşên ku ji teref  siyonistên terorîst ve tên kirin qebûl nakin û dû re bang li hikûmetê  û alema Îslamê kir da ku di vî warî de tiştinan bikin.

“Divê bi dengekî gurr û bilind em li her derî wan êrîşên qustax ên ku li Eqsaya me hatine kirin bînin zimên”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, Tirkîye û welatên ên Îslamê divê di warê siyasî, aborî, leşkerî û dîplomatîk de li dijî rejîma îşxalê ya siyonistan mueyyîdeyan bidin destpêkirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Çeteya îşxalê ya siyonistên terorîst di her fersenda ku bi dest dixe de êrîşî Mescîda Eqsa û dora wî dike. Ji ber bêdengîya alema Îslamê û belavbûna Misliman, ev êrîş tên kirin. Divê bi dengekî gurr û bilind em li her derî wan êrîşên qustax ên ku li Eqsaya me hatine kirin bînin zimên. Lewra Mescîda Eqsa û doza Qudsê bes ne ya Filistînîyan e, bi heman awayî ya temamê alema Îslamê ye.”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de bang li îdarevanên welatên Îslamê kir û destnîşan kir: “Êdî dev ji şermezarkirina wehşeta siyonistan berdin û di vî warî de gavina bavêjin.”(ÎLKHA)