Hareketa Cîhada Îslamî: Siyonist li Eqsayê xwîna wan Filistînîyên ku îbadet dikin û rojî digirin dirjînin

Xidir Adnanê ji birêveberên Hareketa Cîhada Îslamî derheqê geşedanên dawî yên li Filistînê û derheqê zilm û zordarîya çeteyên terorê yên siyonist de daxuyanî da.

Ekleme: 10.05.2021 16:25:24 / Güncelleme: 10.05.2021 16:25:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Adnan di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, ew ê bedela van êrîşên çeteyên siyonîst dê giran be û dû re wiha got: “Ji ber wan qêrînên li Mescîda Eqsayê kezeb dişewitin û çiya dihejin. Di pêvajoyeke wisa hessas de em bang li hemû kesî dikin da ku zêdetir mesûlîyet bigirin li ser xwe. Siyonîst qet teqsîr nakin û xwîna wan Filistînîyên ku rojî digirin û îbadetê dikin dirjînin.”(ÎLKHA)