Rêjeya bêkarîyê ya meha adarê hat daxuyandin

Rêjeya bêkarîyê ya meha adarê ji sedî 0.1 puan kêm bû û bêkarî derket ji sedî 13,1ê.

Ekleme: 10.05.2021 11:17:33 / Güncelleme: 10.05.2021 11:17:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha adarê sala 2021ê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha adarê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 0.1 puan kêm bû û bêkarî daket ji sedî 13,1ê.

Rêjeya îstîhdamê kêm bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha sibatê de li gor heman meha sala borî 550  hezar kes zêde  bû û derket 28 milyon û 89 hezar kesan.(ÎLKHA)