Cotkarê Sêrtî yê ku panela tavê di nav erdê de xwe danî erdên xwe ji hişkesalîyê muhafeze kir

Corkarê Sêrtî yê bi navê Nureddîn Polat ji bo karibe erdê xwe bi hêsanî bi av bide di nav erdên xwe de panelên tavê danî.

Ekleme: 08.05.2021 17:25:23 / Güncelleme: 08.05.2021 17:25:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cotkarê ku panelên tavê di nav erdê xwe de danî dibêje ku ew ji mesrefa ceyranê ya ku ji bo wî salane kulfeteke zêde bû xelas bûye.

Polat derbarê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê re daxuyanî da û got: “Mesrefa vê panelê 180 hezar tl ye. Ev panel heqê di nava 2 salan de derdixe. Ez bi saxîya ceyrana ku ev panel çêdike 80 donum genim, 16 donim lavanta û 430 donim fistiq av didim. Xulase feydeya vê panelê ji bo me gelek e.”

Polat di dawîya axavtina xwe de bang li rayedarên hikûmetê kir da ku berî kêlîkê Projeya  Qanala Avdanê ya Garzanê temam bikin da ku li herêmê bi avê çandinî karibe bê kirin.(ÎLKHA)