Berdevkê Serokomarê Tirkîyê: “Em êrîşa polêsa îsraîl bi tundî şermezar dikin”

Derbarê êrîşa ku doh ji teref siyonistên îşxalker ve li Mescîda Eqsayê hat kirin de ji teref rayedarên Tirkîyê ve daxuyanî hat belavkirin.

Ekleme: 08.05.2021 11:20:25 / Güncelleme: 08.05.2021 11:20:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomarê Tirkîyê derbarê mijarê de destnîşan kir, divê hêzên îşxalê yên îsraîl demildest ji Mescîda Eqsayê derkevin û dû re wiha got: “Em êrîşa polêsa îsraîl bi tundî şermezar dikin. Divê ev êrîşên menfur û bêperwa demildest bên sekinandin.”

Serokê Ragihandinê yê Serokomartîyê Fahrettîn Altun: “Em wê serdegirtina ku bo bombeyan li Mescîda Eqsaya  qibleya me ya ewil hat kirin bi tundî şermezar dikin.”

Fuat Oktay Alîkarê Serokomarê Tirkîyê: “Mescîda Eqsa axa Filistînê û qibleya ewil a Mislimanan e.”(ÎLKHA)