Li Efxanistanê lehî: 14 mirî

Ji ber barana zêde li parêzgeha Herata Efxanistanê lehî pêk hat.

Ekleme: 04.05.2021 16:09:45 / Güncelleme: 04.05.2021 16:09:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê lehîya ku pêk hat de ji teref Berdevkê Walîtîya Heratê Ceylanî Farhad ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Farhad di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di encama lehîya ku rabû de li Adraskena girêdayîyê Heratê 14 kes mirin û gelek heywan jî telef bûn.

Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)