Wezîr Pakdemîrlî: “Rojane 4.9 milyon nan tê îsrafkirin”

Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkîyeyê Bekîr Pakdemîrlî derbarê nanê ku rojane û salane tên avêtin çopê û tê îsrafkirin de nirxandinek kir.

Ekleme: 29.04.2021 02:20:00 / Güncelleme: 29.04.2021 02:20:00 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Pakdemîrlî derbarê mijarê de di “Semînerên Sektora Gayrîmenkul” de destnîşan kir: “Em dibînin ku rojane 4.9  milyon nan tê îsrafkirin. Wekî din salene serê sektorê 4.2 ton xurek tê îsrafkirin. Xulase li welatê me salane 18,8 milyon ton xurek tê avêtin çopê. Ji ber vê yekê me projeyeke bi navê ‘Xureka xwe biparêze û li sofraya xwe xwedî derkeve’ da destpêkirin.”(ÎLKHA)