Barzanî: Zilmeke zêde li gelê Kurdistanê hatiye kirin û hê jî metirsiyeke gelek mezin heye

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî di bîranîna 30emîn salvegera ragihandina herêma nefirînê de li Başûrê Kurdistanê, spasiya wan welatan kir ku alîkar bûn ji bo pêkanîna navçeya aram.

Ekleme: 29.04.2021 00:25:21 / Güncelleme: 29.04.2021 00:25:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî tekez jî kir ku hê jî metirsiyeke gelek mezin li ser Herêma Kurdistanê heye û daxwaz kir “parastina xelkê Kurdistanê di ewlewiyeta” wan de be.

Mesûd Barzanî bi boneya 30mîn salvegera ragihandina `herêma nefirînê` li Başûrê Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û ji wan kesên ku di pêvajoyê de ji wan re bûn alîkar re  spasîya xwe pêşkêş kir.

Gotara Mesûd Barzanî di 30mîn salvegera ragihandina herêma nefirînê de wisa ye:

“Silav û rêzên min bo beşdar û bînerên birêz, gelek kêfxweş im ku beşdar dibim di bîranîna sêhemîn salvegera damezrandina navçeya aram de, ku ev bîranîn bûyereke gelek giring û mezin e di dîrokê de.

Wê demê gelê Kurdistanê tûşî karesatekî mezin bibû, koça milyonî hebû, tevaya xelkê Kurdistanê berê xwe dabûne sînorên Îran û Tirkiyê, ji ber ku rejîma Iraqê piştî têkçûna li Kuweytê, mixabin sûd ji çend qelîştekan wergirt di rêkeftina Sefwanê de, paşmayê artêşa xwe ji bo tepeserkirina serhildana xelkê Başûr bikar anî û 3 firqeyên zêrevanên komarê jî anîbû Kurdistanê.

Wê demê xelkê Kurdistanê ji wê yekê ditirsiyan, ku careke din bên Enfal û kîmyabarankirin, hemû koçber bûn û berê xwe dan ser sînorê Îran û Tirkiyê, Pêşmerge jî ku ne hêzeke wisa mezin hebû wê demê, ne jî çekeke wisa hebû, qehremanane berevanî kir û li gelek cihan karî li pêş artêşa Iraqê bisekine.

Bi dirêjahiya dîrokê zilmeke zêde li gelê Kurdistanê hatiye kirin, lê salên piştî rejîma Beisê, hikmê rejîma Beis, karesata mezin bi ser gelê Kurdistanê de hat. Wek Enfal, komelkujî û kîmyabaran.

Ew bû biryara 688, biryara dabînkirina navçeya aram, derfeteke zêrîn ji bo gelê Kurdistanê pêk anî, ew metirsî jî heta radeyeke zêde neman û xelk jî vegeriyan ser mal û hale xwe.

Li vir dixwazim wê yekê bi bîra James Baker, Wezîrê Derve yê Amerîkayê bixim, ku havîna sala 1992, ku wê demê em wek şanda opozisyonê çûne Washingtonê û li Wezareta Derve pêşwazî li me kirin, behsa hesta xwe kir ku serdana koçberan kiribû li ser sînorê Tirkiye û got, ew dîmenên ku min dîtin, heta heme ji bîra min naçin, ew qas diltezîn bûn, min çaverê nekir ku bigihijim cihê xwe, her di nav firokeyê de min peywendî bi Serok Bush ve kir û min daxwaz jê kir her çi zû ye karek bê kirin bo ku xelk vegerin ser cihên xwe û parastî bin.

Niha jî gelê Kurdistanê negihiştiye hemû armancên xwe û qonaxa dawî, hê jî metirsiyeke gelek mezin heye li ser Herêma Kurdistanê, dawakar im ew piştevanî û piştgirî berdewam be. Dawakarim jî parastina xelkê Kurdistanê di ewlewiyeta we de be.

Careke din gelek spas, spasiya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikim ji bo pêkanîna vê derfetê. Spas.”(ÎLKHA)