Li Diyarbekirê ji ber pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn kesek mir 5 kes birîndar bûn

Li Diyarbekirê du terefên ku di navbera wan de hisûmet hebû li bazara heywanan li rasta hev hatin û pev çûn.

Ekleme: 27.04.2021 13:20:34 / Güncelleme: 27.04.2021 13:20:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Borsaya Heywanan a li Çarikliya Sûra Diyarbekirê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin du terefên ku di navbera wan de hisûmet hebû li bazara heywanan li rasta hev hatin û pev çûn. Di encama pevçûna ku pêk hat de kesê bi navê Kemal I. li cihê bûyerê mir û 5 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)