Dîzeyî: Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro dê bê Hewlêrê

Seyfî Dîzeyîyê Berpirsê Ofîsê Pêwendîyên Derve yê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf îro dê bê Hewlêrê.

Ekleme: 27.04.2021 12:25:26 / Güncelleme: 27.04.2021 12:25:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dîzeyî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, Zarîf dê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan  bike û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Zarîfî, dîplomatekî bi tecrube û wezîr e. Bêalî li bûyeran mêze dike. Hewlêr dê bi dil û can Zarîfî pêşwazî bike.”(ÎLKHA)