Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî peyamek belav kir û destnîşan kir: “Îro 47emîn salvegera bombebarankirina bajara Qeladizê ye ku di wê rojê de bi sedan sîwîlên ku di nav wan de profesor, xwendekar hebûn hatin şehîdkirin.Ev sûcê kirêt destpêka kampanyaya rejîma berî niha bû.”
Today marks the 47th anniversary of the bombardment of the city of Qaladiza where hundreds of civilians, including college professors and students were martyred. That heinous crime was the start of the genocidal campaign of the previous regime against the people of Kurdistan.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û di peyama xwe de wisa got: “Em îro wan sîwîlên ku di 24ê Nîsana sala 1974an de hatin kuştin bi bîr tînin.Di encama wê êrîşa ku wê rojê ji teref rejîma Baas ve hat lidarxistin de 123 kesên ku di nav de mermûr, akademîsyen, xwendekar û zarok hebûn hatin qetilkirin û zêdetirî 400 kesan jî birîndar bûn. Em şehîdên xwe bi rehmet û minnet yad dikin.”
ئهمڕۆ به شكۆوه يادى ٤٧ ساڵهى شههيدانى قهڵادزێ دهكهينهوه كه ٢٤ى نيسانى ١٩٧٤ له بۆردومانى فڕۆكه جهنگييهكانى ڕژێمى ئهوساى عێراقدا ١٢٣ هاووڵاتى و فهرمانبهر و قوتابى و مامۆستاى زانكۆ شههيد و زياتر له ٤٠٠ى ديكهش بريندار بوون. سڵاو و دروود بۆ گيانى پاكيان دهنێرين.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî derbarê mijarê de peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de derheqê qetlîama ku hatibû kirin de agahî da û kesên ku di wê qetlîamê de hatin qetilkirin bi bîr anî û dû re destnîşan kir: “Em bejna xwe bi rehmet û minnet li hember şehîdên xwe ditewînin.”
On 24 April 1974, the town of Qaladze was bombed by the Ba'ath regime, killing 134 people, many of them students. On the same day eight years later a large number of protesters were shot in the same town. We mourn the martyrs and stand with the survivors of these terrible crimes. pic.twitter.com/d1oN21ZNJz
Şoreşa gel a Kurdistanê ya ku Mela Mistefa Barzanî jê re serokatî dikir piştî xerabûna mutabaqata 1970yî, li Qeladizê belav bû. Ji ber ku li Qeladizê jî gel li hember rejîma Baas rabûn, rejîm êrîşî wan kir. Dema ku 24ê Nîsana sala 1974an nîşan dida rejîme Baasê bi 4 balafirên şer bajara Qeladizê bi bombeyên fosfor û napalmê bombebaran kirin û 123 kes qetil kirin. Wê rojê ji ber êrîşa ku hat kirin 400 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)