Li Herêma Kurdistanê 12 kes ji Coronavîrusê mirin û 517 kes bi Coronayê ketin

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 24.04.2021 14:55:38 / Güncelleme: 24.04.2021 14:55:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 517 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 12 kes ji ber vîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3944 kesan; her wisa bi pêketina 517 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 145 hezar kesan.(ÎLKHA)