Li Qamişlo pevçûn berdewam dikin: Şêxê Ereb ê ku tevlî hevdîtinên aştîyê bû hat kuştin

Li Qamişloya bajara Kurdistana Rojava ev bû çend roj ku di navbera PKK/YPGyîyan û rejîma Sûrîyê de şer û pevçûnên tund diqewimin.

Ekleme: 23.04.2021 12:35:21 / Güncelleme: 23.04.2021 12:35:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama pevçûn û şerên ku berdewam dikin de heta niha çend kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Her du teref herî dawî doh cardin pev çûn.Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji bo pevçûn bi dawî bibin doh civînek hat lidarxistin û Hayis El-Ciriyanê ji mezinên eşîra  Benî Seba jî beşdarî vê civînê bû.

Hat hînbûn Hayis El-Ciriyanê ku tevlî civînê bûbû hatiye kuştin.(ÎLKHA)