IHO-EBRAR li Ugandayê qurbanan serjê kir

Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî IHO-EBRAR li Ugandaya welatê Afrîkayê di bergeha organîzasyona Remezanê de ji bo kesên feqîr û jar qurbanan da serjêkirin.

Ekleme: 23.04.2021 12:09:41 / Güncelleme: 23.04.2021 12:09:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qurbanên ku ji teref xêrxwazan ve ji IHO-EBRARê re hatibûn dayîn bi tekbîr û salawatan hatin serjêkirin.

Serokê Komeleya IHO-EBRARê Doktor Abdurrahman Alpsoy  derbarê xebatên ku berdewam dikin de daxuyanî da û wisa got: “Me di berdewama bernameya xwe de qurbanên xwe yên ku wek nezir, sedeqe, eqîqa û şifa ji me re hatibûn dayîn serjê kir. Em ê piştî hûrkirina goşt ji kesên feqîr û jar re belav bikin. Halê însanên vê derê bi rastî jî nebaş e. Kesên xêrxwaz dikarin bi wasitaya me ji însanên vê derê re bibin alîkar.”(ÎLKHA)