Lijneya Zanistê ya Coronavîrusê dê îro bi rojeva zêdebûna pêketî û mirinan bicive

Lijneya Zanistê ya Coronavîrusê ya Wezareta Tenduristîyê dê di serokatîya Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca de îro dê bi rêya vîdeokonferansê bicive.

Ekleme: 22.04.2021 10:15:33 / Güncelleme: 22.04.2021 10:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ew ê civîn di seat 15.00an de dest pê bike û ew ê di hevdîtinê de geşedanên dawî bê nirxandin. Tê diyarkirin ew ê tevdîr bên zêdekirin.

Tê diyarkirin piştî hevdîtinê dê Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca  daxuyanîyekê bide.

Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 362 canê xwe ji dest dan ku bi vê hejmarê, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 36 hezar û 975 kesan.(ÎLKHA)