Li parêzgeha Benueya Nîjeryayê tankêreke sotemenîyê ji ber sedemeke ku nayê zanîn qulibî û benzîna tê de li nava bajêr belav bû. Li gorî agahîyên ku ji şahidan hatine wergirtin piştî ku demek ji ser qulibîna tankêrê derbas bû re agir bi sotemenîya di tankêrê ket û tankêr teqîya.
Di encama teqînê de herî kêm 12 kes canê xwe ji dest dan û zêdetirî 100 malî şewitîn.
Tê tirsîn ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.(ÎLKHA)