Li Wanê 51 kîlo eroîn hat bidestxistin

Di encama lêgerîna ku mala berî niha hatibû tespîtkirin hat kirin de 51 kîlo û 561 gram eroîn hat bidestxistin.

Ekleme: 15.04.2021 14:05:38 / Güncelleme: 15.04.2021 14:05:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîya Bajêr ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin;di encama lêgerîna ku li Îprekyoluya Wanê di malekê de hat kirin de 51 kîlo û 561 gram eroîn hat bidestxistin û kesekî şikdar ê bi navê A.K. jî hat binçavkirin.(ÎLKHA)