Wezareta Tenduristîyê ya Kurdistanê ji bo vaksînê bang li welatîyan kir

Berdevkê Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewezî bang li gelê Kurdistanê kir û destnîşan kir, divê xelq vaksînê li xwe bide.

Ekleme: 14.04.2021 12:25:21 / Güncelleme: 14.04.2021 12:25:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hewezî di berdewama daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir, hinek welatî di warê lêxistina vaksînê de bêqerar mane û dû re wiha got: “Bila dilê hemû welatîyên me rihet be. Lewra vaksîna ku di destê me de ya herî baş e. Ger hûn di wextê wê de vaksîn li xwe nedin dibe ku sibe yan du sibe vaksînê peyda bikin. Ji ber vê yekê ez ji welatîyan daxwaz dikim, hey go wext  heye bila hemû kes vaksînê li xwe bidin.”(ÎLKHA)