HUDA PAR bang li Erdogan kir: “Lêpirsîna ewlehîyê bişînin Parlementoyê”

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr derbarê lêpirsîna ewlehîyê ya ku heftîya borî ji meclîsê derbas bû de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 13.04.2021 15:09:57 / Güncelleme: 13.04.2021 15:09:57 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Demîr daxuyanîya xwe ya ku belav kir de bang li Erdogan kir da ku ew maddeya lêpirsîna ewlehîyê ya ku ji meclîsê derbas bû ji bo cardin meclîsê de bê gotûbêjkirin bişîne Parlementoyê û dû re wiha got: “Digel temamê bertek û reaksîyonên ku hatin nîşandan ew maddeya lêpirsîna ewlehîyê ya ji bo wan kesên ku dê cara ewil bên girtin kamûyê di meclîsê de hat qebûlkirin.Berî niha derheqê nasên kesên ku dên bên girtin de jî lêpirsîn dihat kirin ku vê carê dev ji vê sepanê hat berdan ku ev yek gaveke erênî ye. Lê belê digel vê yekê mamoste dîsa hatin xistin bergeha lêpirsîna ewlehîyê û dîsa cî hat dayîn têgehên mîna “pêwendî, îrtîbat, îltîsaq” ku ew ê ev yek bibin sedeme neheqî û muameleyên keyfî.Divê ev lêpirsîna ewlehîyê bes bi qeyda arşîvê bê sînordarkirin ku ev yek serdestîya hiqûqê ye.Di vê bergehê em banga şandina maddeya lêpirsîna ewlehîyê ji bo meclîsê li Erdogan dikin.”(ÎLKHA)