“Weke ku tê zanîn her ku diçe civak feqîrtir dibe, meseleyên maddî û manewî zêdetir dibin…”
Saglam di destpêka peyama xwe de destnîşan kir “Hemd ji Wî Xwedayî re be ku me gihand Remezana Şerîf a ku meha rehmet, mexfîret û rizgarbûna ji agir e” û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Ez hêvî dikim ku temamê alema Îslamê bi heqê wê ji feyz û bereketa meha Remezanê îstîfade bike.
Weke ku tê zanîn her ku diçe civak feqîrtir dibe, meseleyên maddî û manewî zêdetir dibin. Ez hêvî dikim ku di vê pêvajoyê de meha Remezanê bibe wesîle ku di navbera feqîr û zengînan de hevkarî çêbibe, di navbera kesên îdarevan û kesên ku tên îdarekirin de pêwendîyeke bi qewet û musbet tesîs bibe.
Ji bo wan kesên ku di îsraf û luksîyê de dijîn, meha Remazanê fersendeke mezin e. Divê ew sedema birçîbûna gel û sefalata di nav gel de lêkolîn bikin û bi wê ferqa mezin a di navbera tebeqeyên di civakê de rûbirû bimînin.”
“Ez niyaz dikim ku meha Remezanê ji bo temamê cîhanê û nexasim ji bo alema Îslamê bibe wesîleya xêran”
Saglam di dawîya peyama xwe de destnîşan kir, bila Remezan bibe wesîleya xêr û bereketê û dû re wiha dawî li peyama xwe anî:” Ez hêvî dikim ku em tevde di meha Remezanê de ji bo rizgarîya wan mazlum û muztazafên ku mafên wan hatine xesbkirin û tên dagirkirin dia bikin. Ez niyaz dikim ku meha Remezanê ji bo temamê cîhanê û nexasim ji bo alema Îslamê bibe wesîleya xêran. Remezana we mibarek be.”(ÎLKHA)