Lijneya Zanistê ya Coronavîrusê dê duşemê bi rojeva zêdebûna pêketî û mirînan bicive

Lijneya Zanistê ya Coronavîrusê ya Wezareta Tenduristîyê dê di serokatîya Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca de roja duşemê bi rêya vîdeokonferansê bicive.

Ekleme: 10.04.2021 12:25:23 / Güncelleme: 10.04.2021 12:25:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ew ê civîn di seat 17.00an de dest pê bike û ew ê di hevdîtinê de geşedanên dawî bê nirxandin. Tê diyarkirin ew ê tevdîr bên zêdekirin.

Tê diyarkirin piştî hevdîtinê dê Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca di seat 19.00an de daxuyanîyekê bide.

Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 253 canê xwe ji dest dan ku bi vê hejmarê, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 33 hezar û 455 kesan.(ÎLKHA)