Selçuk: Ji bilî zimanê Tirkî bi zimaneke din nikare perwerdehî bê dayîn

Wezîrê Perwerdehîyê yê Tirkîyê Zîya Selçuk destnîşan kir, Ji bilî zimanê Tirkî li mekteban bi zimaneke din perwerdehî nikare bê dayîn.

Ekleme: 08.04.2021 13:35:12 / Güncelleme: 08.04.2021 13:35:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî vê çendakî Parlementerê Sêrtê yê HDPê  Siddiq Taş li meclîsê pêşniyaznamayek dabû û ji Wezîrê Perwerdehîyê pirsî bû: “Ji bo bi zimanên din perwerdehî bê dayîn di bin banê wezareta we de çi xebat tên kirin? Gelo ew ê mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî  bi qanûnê bê parastin?”

Wezîrê Perwerdehîyê yê Tirkîyê Zîya Selçuk pêşniyaznameya ku hat dayîn bersivand û destnîşan kir: “Ji bilî zimanê Tirkî li mekteban bi zimaneke din perwerdehî nikare bê dayîn.”(ÎLKHA)