Peyama Heftîya Mewlidê ya Weqfa Evîndarên Pêxember

Weqfa Evîndarên Pêxember di peyama ku weşand de balan kişand li ser exlaqa xweşik a Hz. Muhammed û destnîşan kir, temamê dermanê derdên maddî û manewî û şifaya însanîyetê li Hz. Muhammed e.

Ekleme: 06.04.2021 17:10:02 / Güncelleme: 06.04.2021 17:10:02 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Peyama ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve ji ber minasebeta heftîya mewlidê hatiye weşandin:

 

                                                                BI NAVÊ XWEDAYÊ REHMAN Û REHÎM                                                

PEYAMA WEQFA ME A JI BO  HEFTEYA MEWLÛDÊ  YA  BI NAVÊ FAMKIRINA HZ.  MUHAMMED(s.x.l) Û TETBÎQKIRINA SUNNETA WΠŞÎFA Û DERMANÊ ÎNSANÎYETÊ HEZKIRINA PÊXEMBER

Hemd ji Rebbê aleman re mexsûs e. Selat û selam li ser evd û qasidê Wî, Hz. Muhammed  aleyhîsselam û ehlê beyta wî û sehabîyên wî yên bi qedr û qiymet be.

1) Hezkirin û muhabbeta Hz. Muhammed; şîfa û dermanê însanîyetê ye.

Jiyan û sunneta wî ji serî heta binî bi ayetên Xweda hatiye xemilandin ku ji ber vê yekê derman û şifayê temamê nexweşîyan li ba wî heye. Dermanê wan kesên ku qelbên wan ji ber tunebûna manewîyatê bûye mîna qîrê û rûhên wan ji fitrata xuliqandinê dûr ketine, mînakstandina jiyan û di pêy rêya  Hz. Muhammed  de çûyîn e. Heta ku însanetî di pey wî de neçe nagihijê hizûr û saadetê. Ayeta “Qesem be! Ji bo wan kesên ku bawerî bi Xweda û roja axretê anîne û Xwedê Teala pir zêde zikir dikin, di jiyana Resûlê Xweda de mînaka herî xweşik heye.” ji bo  vê yekê delîla li ber çavan e.

Ew Ehmed e, ew Mahmûd e, ew Muhammed Mustafa ye,ew  li her du dinyayan ji bo însanan cennet e.

2) Hezkirin û muhabbeta Hz. Muhammed; şîfa û dermanê temamê nexweşîyên maddî û manewî ye.

Xwarina zêde û nebirêkûpêk, xwarina ne helal û paqij,  nepaqijiya şexsî û hewîrdorê sedema temamê nexweşîyên cûrbecûr ên mîna şobê û sedema temamê derdên ku însanan aciz dihêlin in.  Bes ev hedîsa Pêxemberê me “Paqijî ji îmanê ye” him ji bo temamê nexweşîyên maddî û him jî ji bo yên manewî reçeteyeke sihhatê ye. Dermanê nexweşîyên mîna; enanîyet, acizî, zexelî, tirs, qesîsbûn, hesûdî, pozbilindî, quretî, xiybet, paşgotin û zenna nebaş di mekteba exlaqê ya Hz. Muhammed de ye.

Ew Ehmed e, ew Mahmûd e, ew Muhammed Mustafa ye, ew tabîbê temamê derdên însanîyetê ye.

3) Hezkirin û muhabbeta Hz. Muhammed; xelasî û rizgarîya  xortên Misliman e.

Rêya xelasî û rizgarîya ciwanîya bêhedef û bêşîar a ku di nav tengezarî û buhranê de ye, di nav çerxa zaliman de tê eciqandin ji mekteba terbîyê ya Resûlê Xwedê derbas dibe. Mezûn û şexsîyetên mînak ên ewil ên vê mektebê Ashabê Kîram e. Gelek ashabên ku xwedî hedef û hêvîyê bûn û haya wan ji wezîfeya wan hebûn şîara xortanîyê ya dîrokê rakiriye li ser pîyan û rûh daye.

Ew Ehmed e, ew Mahmûd e, ew Muhammed Mustafa ye, ew serwer û pêşîvanê ciwanîya îdeal û nimûne ye.

4)Hezkirin û muhabbeta Hz. Muhammed; mertala namûs û iffetê ye.

Ew peymanên ku sazîya malbatê, mahremîyeta ku ji zayendê re xas e û haya û iffeta malbatê hedef digirin ji bo Mislimanan nayên qebûlkirin û gotinên pûç û betal in. Îffet û namûs; ji bo pîrek û zilamên mumîn qeleyek sexlam a beden û qelban e. Xeml û tezyîna qelban hesta hayayê ye. Pîrek û zilamên Misliman jin û mêrên hev in û hevdû temam dikin. Zilamên Misliman sermîyan û hamîyên malbata xwe ne. “Serdestî jî encax di taqwayê de ye.” (Hucurat-13)

Ew Ehmed e, ew Mahmûd e, ew Muhammed Mustafa ye, ew di nav malbatê de zilamê herî bi qiymet û bavê herî bi şefqet e û dilovan e.

5) Hezkirin û muhabbeta Hz. Muhammed; çareserîya problemên civakî ye.

Ji ber ku hêmanên mîna; cemaat, fikir, meşreb, eşîr, mezheb, qewm, netewe, ziman û bavik wek wesîleya hêmana  serdestîyê tên hesibandin, qeyran û alozîya civakî derdikeve. Ev yek nexweşîyeke psîkolojîk û manewî ya ku pêwîst e bê tedawîkirin e. Di Quranê de cudahîya ziman û rengan wek ayetên Xweda tên teqdîmkirin ku ev yek jî ji bo nasîn û hevnaskirinê ye. Qabûlkirina heqên hev, mezinkirina muhabbetê, bikaranîna zimanê hezkirin û edebê, li nasan xwedîderketin û îhyakirina  hestên silayê rahîm ev tev tewsîyeyên mekteba şexsîyetê ya Hz. Muhammed aleyhîsselam in.

Ew Ehmed e, ew Mahmûd e, ew Muhammed Mustafa ye, ew temsîlkarê haqqanîyet û edaletê ye.

6) Hezkirin û muhabbeta Hz. Muhammed; çareya zexelî û bêhêvîbûnê ye.

Çawa ku kurmek darê dirizîne bi heman awayî bêhêvîbûn û zexaltî jî însanan tarûmar dike. Misliman ew kes e ku li gor pêdivîyên dewrê hereket dike.Xala herî mûhîm a dewra ku em tê de ne, perwerdekirina ferdên kêrhatî û jêhatî ye. Mislimanên ku muxattabê vê ayetê ne “Naxwe dema ku te karek qedand dest bi karekî din bike.” (İnşirah-7) nabe ku di jiyana xwe de cî bidin zexeltî, bêhêvîbûn û mîskîntîyê. Her Mislimanek wezîfedar e ku li gor qabilîyet û jêhatîbûna xwe feyde bide Mislimanên li derdora xwe. Tehsîlkirina ilmê, di warekî de pêşveçûn, şopandina geşedanên fikrî û siyasî, bûyîna ehlê karekî ev tev taybetîyên exlaqê Mislimanan e.

Ew Ehmed e, ew Mahmûd e, ew Muhammed Mustafa ye, ew kar dide kesê ku ehlê wî karî be.

7) Hezkirin û muhabbeta Hz. Muhammed; mifteya selametî û îttîhada ummetê ye.

Li ser gelek erdnigarîyên cîhanê nexasim jî li Ewrûpayê  zext û êrîş li Mislimanan tên kirin û Misliman bi birçîbûn, tîbûn, ambargoya siyasî û aborî re bi heman awayî bi îşkence û qetlîaman re rû bi rû dimînin. Sedema sereke ya êrîşên bêhed û bêedeb a hêzên emperyal; ew teweccuha zêde ya ku ji Îslamê re tê nîşandan e. Ji ber ku Misliman bê deng dimînin û bûne piçk û parî êrîşkarên bêhed wêrektir dibin. Divê temamê gelên cîhanê bizanibin ku ew hêzên mêtînker û emperyal dijminê temamê însanîyetê ne.

Ew Ehmed e, ew Mahmûd e, ew Muhammed Mustafa ye, ew temînatê temamê azadî û mafan e.

8)Hezkirin û muhabbeta Hz. Muhammed; meqama berxwedan û qudsîyetê ye.

Quds û Mescîda Eqsa evîna di qelb û eqlê me de ye û em ê tu carî wan ji bîr nekin. Em nikarin dev ji wê derê berdin; lewra ew der qibleya ewil a Mislimanan e û bawerîya medenîyeta me ya qedîm e. Xwedîderketina  Quds û derdora wê ji bo me meseleyeke aqîdewî ye. Mescîda ku di bin esaretê de ye û em bi rewşa wê xemgîn dibin, elbet ew ê rojekê azad bibe. Ew berxwedana Filistînê û Mescîda Eqsayê ya ku li serê destan hatine nivîsandin, rûmeta me ye. Ew doza Qudsê ya ku em ji bo wê amade ne temamê bedelan bidin, ji bo xortên Misliman ezma berxwedanê ye. Ruhê wê berxwedana pîroz û mibarek, ji Hz. Pêxember ji bo me mîrasa xwedîderketina pîrozahî û muqaddesatan e.

Ew Ehmed e, ew Mahmûd e, ew Muhammed Mustafa ye, ew îmam û mudawîmê mescîdan e.

9) Hezkirin û muhabbeta Hz. Muhammed; dermanê dinyaperestî û xerabûna exlaqî ye.

Ew peyamên nebewî yên Hz. Pêxember ên ku ji bo însanan qandîl in û pêşîya wan ronî dikin, ji bo me dilopên rehmetê û çirûskên şefqetê ne. Îslam damezrîner û hamîyê edaleta civakê ye. Ew bê edaletîyên ku di warê dahatê de pêk tên dibin sedem ku di nav civakê de alozî û bê aramî derkeve. Di nav wan civakên ku bi wan re hesta alîkarî û parvekirinê nemaye de dinyeperestî zêde dibe. Lê saadeta civakan bi sedeqe, înfaq û zekatê ye.

Ew Ehmed e, ew Mahmûd e, ew Muhammed Mustafa ye, ew di nav însanan de kesê comertirîn e.

10) Hezkirin û muhabbeta Hz. Muhammed; wefaya îsar û biratîyê ye.

Niha li ser erdnigarîya Mislimanan  a ku lê fitne û tefrîka hakim e , şereke bêeman a di navbera birayan de a ku ne şerê me ye û pê basîret hatine girtin diqewimin ku ev yek li xeyreta Xweda dikeve. Di demeke wisa de qonaxa selametîyê mekteba biratîyê ya Hz. Muhammed e. Medenîyeta me ya biratîyê ew qas dewlemend û berfireh e ku tê de dermanê temamê  dilmayîn û nexweşîyan heye û lê ulfet, muhabbet û qedirnasîn hakim e ku li vê derê temamê kêşeyan tên çareserkirin.

Ew Ehmed e, ew Mahmûd e, ew Muhammed Mustafa ye, ew li hember birayên xwe yên dîn kesê merhemettirîn e.

11) Hezkirina û muhabbeta Hz. Muhammed; rêberê şert û  îmkanan e.

Wext bûye dewraneke wisa ku tê de; propagandayên nebaş tên lidarxistin, civak bi manîpulasyonên psîkolojîk tên dizaynkirin, maneya kelîmeyan tên  tevlîhevkirin û ferdîbûn û mekanîktî li ser însanan tê ferzkirin.Pêşveçûyînên teknolojîk, heqîqeta medyaya civakî û înternetê dibin sedema tevlîhevîya hişê meriv û alozîyan. Hz. Muhammed îcaba ferasetê ye. Divê haya me him ji feyde û zirarên medyaya civakî û înternetê hebe û him jî divê qaîdeya girtina pêşîya ziraran berîya feydegirtinê tê li ber çavan bê girtin û ev sepan bi şikleke zanebûn bên bikaranîn.

Ew Ehmed e, ew Mahmûd e, ew Muhammed Mustafa ye, ew tiştên bi feyde û bi zirar bi şiklê herî xweşik diwesfîne. (ÎLKHA)