Li Wanê qeza: 2 mirî 4 birîndar

Li navçeya Elbaka Wanê wesayîta ku ji rê derket teqla avêt, di encama qezayê de 2 kes mirin û yek jê giran tevde 4 kes birîndar bûn.

Ekleme: 06.04.2021 15:40:11 / Güncelleme: 06.04.2021 15:40:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser Rêbeja Elbak-Wanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 65 NT 708 ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ji rê derket û teqle avêt..

Di encama qezayê de 2 kes mirin û yek jê giran tevde 4 kes birîndar bûn, kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)