Li Myanmarê hejmarê dijberên darbê yên ku mirin derket 564 kesan

Hat ragihandin di encama midaxeleya ku li dijberên darbekeran hat kirin de heta niha 564 kes mirin.

Ekleme: 05.04.2021 10:45:25 / Güncelleme: 05.04.2021 10:45:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin xwepêşandêrên ku li dijî darbeyê daketin kolanan ji kolan û qadan venakeşin û artêş jî midaxeleya wan dike.

Tê diyarkirin dibe ku di encama midaxelê de hejmara mirîyan zêdetir bibe.Li gorî daneyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de zêdetirî 10 kesan  di xwepêşanan de mirin.

Ji ber darbeya ku hat kirin û ji ber mirinên ku pêk hat Amerîka temamê pêwendîyên xwe yên îqtîsadî da rawestandin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di pêvajoya darbê de 2 hezar û 667 kes hatin binçavkirin û derheqê 425 kesan de jî qerara binçavîyê hat dayîn.(ÎLKHA)