Amîralên teqawîdbûyî yên ku îmze avêtibûn danezanê hatin binçavkirin

Di bergeha lêpirsîna hat destpêkirin de derheqê amîralên ku îmze avêtibûn danezanê de qerara binçavîyê hat dayîn.

Ekleme: 05.04.2021 10:40:23 / Güncelleme: 05.04.2021 10:40:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Enqerê ve hat destpêkirin de 10 amîral hatin binçavkirin.

104 amîralên ku berî niha teqawîd bûbûn derbarê rojeva Peymana Tengavan a Montroyê de daxuyanîyek belav kirin.

Amîralên ku danezan belav kirin de destnîşan kirin: “Komareya Tirkîyê dibe ku bi tehdîd û rîskên ku dê ji bo hebûna Tirkîyê bibin xetereyên herî bi xetere re rû bi rû bimîne ku nimûneyên vê yekê di dîrokê de hene.”

Piştî vê daxuyanîyê ji teref Serdozgerîya Komarê ya Enqerê ve derheqê 104 amîralan de lêpirsîn dabû destpêkirin.(ÎLKHA)