Li Endonezyayê ji ber lehîyê hejmara mirîyan derket 55 kesan

Li parêzgeha Nusa Tengaraya Rojhilat a Endonezyayê ji ber barana zêde lehî rabû.

Ekleme: 05.04.2021 09:45:32 / Güncelleme: 05.04.2021 09:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Navenda Birêveberîya Afetê ya Neteweyî ya Endonezyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li parêzgeha Nusa Tengaraya Rojhilat a Endonezyayê ji ber barana zêde lehî rabû, ji ber lehîya ku rabû 55 kes mirin.

Tê diyarkirin ji ber lehîyê 40 kes winda bûn û 334 xanî jî zirar dîtin.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)