Li Kerkukê heta niha 150 rayedarên Kurd ji wezîfeya xwe hatin girtin

Derbarê mijarê de ji teref Rebwar Talabanîyê Serokê berê yê Meclîsa Bajara Kerkukê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 04.04.2021 17:20:22 / Güncelleme: 04.04.2021 17:20:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Talabanî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, piştî ku hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî di 16ê Cotmeha sala 2016an de ketin bajêr re heta niha 150 rayedarên ku li Kerkukê di sazîyên cuda de wezîfedar bûn ji teref walîyê ku ji teref Iraqê ve hatibû tayînkirin, ji wezîfeya xwe hatin girtin.(ÎLKHA)