Barzanî: Pesendkirina budçeya Iraqê pêngeveke erênî ye

Mesud Barzanîyê Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Partîya Demokrat ê Kurdistanê derbarê pesendkirina budçeya Iraqê de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 01.04.2021 13:40:30 / Güncelleme: 01.04.2021 13:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir; pesendkirina budçeya Iraqê pêngeveke erênî ye û dû re wiha got: “Bi helkefta pesendkirina budceyê ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve, destxweşiyê li hemû aliyên siyasiyên Kurdistanî û Iraqî dikim. Her wiha spasî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fraksiyonên Kurdistanî û fraksiyonên dinê di nava Encûmena Nûnerên Iraqê dikim ku bi ked û hîmet û pêdagiriyê ve karîn li gel hevdû bigihin encamê û beşa Herêma Kurdistanê jî li budceya Iraqê da cêgîr bikin.Pesendbûna budceya Iraqê hengaveke erênî û bi rêyeke diruste û hêviya ewe dixwazîn ku destpêkek bê ji bo bihêzkirina bingehên diyalogê û pêkvejiyana aştiyane û her wiha vegerandina bingehên şeraketa di navbera pêkhatên Iraqê.”(ÎLKHA)