Li Etîyopyayê êrîş li sîwîlan hat kirin: 28 mirî

Îsyankaran li herêma Oromîaya Etîyopyayê êrîşî sîwîlan kirin. Di êrîşa ku hat kirin de herî kêm 28 sîwîl mirin.

Ekleme: 01.04.2021 11:25:29 / Güncelleme: 01.04.2021 11:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref komîserê polêsan ê Oromîayê Ararsa Merdasa ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Merdasa di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, îsyankarên ku endamê Artêşa Rizgarîyê ya Oromoyê ne bi çekan êrîş birin li ser sîwîlan. Di encama êrîşa ku hat kirin de herî kêm 28 sîwîl mirin û 12 sîwîl jî birîndar bûn.(ÎLKHA)