Li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha zêdetirî 15 milyon kes vaksîn li xwe dan

Di bergeha lêxistina vaksîna Coronayê de li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha zêdetirî 15 milyon vaksîn hat lêdan.

Ekleme: 29.03.2021 14:40:23 / Güncelleme: 29.03.2021 14:40:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî kontrolên ku 4 heftîyan berdewam kirin re ji lêxistina vaksîna ku ji Çînê hatibû anîn destûr hat dayîn ku di vê bergehê de Wezîrê Tenduristîyê Koca bû kesê ewil ku vaksîn li xwe da.

Ji 14ê Çileyê vir ve  li bajarên Tirkîyê û bakurê Kurdistanê xebatên lêxistina vaksîna Coronavacê berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha 8 milyon û 451 hezar û 370 kes vaksîna Coronavacê ya partîya yekem û 6 milyon û 629 hezar û 676 kes jî vaksîna partîya duyem li xwe dan.(ÎLKHA)