Qadrî Yildirimê ku li nexweşxanê dihat tedawîkirin wefat kir

Parlementerê berê yê Sêrtê yê HDPê Qadrî Yildirimê ku berî vê çend rojan ji ber ku xwîn çûbû ser mêjîyê wî û hatibû rakirin nexweşxanê wefat kir.

Ekleme: 27.03.2021 00:25:35 / Güncelleme: 27.03.2021 00:25:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin berî vê çend rojan di wextên  êvarî de Parlementerê berê yê Sêrtê yê HDPê  û akedemisyen Qadrî Yildirim ji ber ku xwîn çûbû ser mêjîyê wî hatibû rakirin nexweşxanê û dihat dermankirin.

Hat hînbûn digel temamê midaxeleyan Qadrî Yildirim li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin wefat kir. (ÎLKHA)