Avrupa Yetim Eli xebatên xwe yên alîkarîyê li Afrîkayê didomîne

Sazîya alîkarîyê ya navneteweyî Avrupa Yetim Eliya ku li çar alîyên cîhanê ji feqîran re dibe alîkar li Afrîkayê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne.

Ekleme: 26.03.2021 14:30:55 / Güncelleme: 26.03.2021 14:30:55 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedarên sazîya alîkarî li bajara Îgangaya Ugandayê  ji xelkê feqîr re alîkar kir. Rayedaran çûn li ber serê bîrên avê yên ku berî niha ji teref wan ve hatibûn vekirin û bi însanên ku li wê derê kom bûbûn re sohbet kirin. Rayedar dû re jî ji bo alîkarîyên din çûn çend herêmên din û ji bo xebatên mîna bîra avê bi rêya terumanan bi gel re îstîşare kirin.

Abdurrahman Altunê Serokê Giştî yê Avrupa Yetim Eli  derbarê xebatên alîkarîyê de nirxandinan  kir.

“Gelê vê derê ji ber ku li  vê derê av tune ye bi sed zehmetî avê ji herêma ku kîlometrek û nîv dûr î vê derê ye tînin”

Altun di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir xebatên vekirina bîra avê berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Niha em li herêma Îgandaya  Ugandayê ne. Em ê bi xêra alîkarîya xêrxwazan bîrê avê li vê derê vekin û bi izna Xwedê em ê bibin wesîle ku însan bi rihetî bigihin avê. Gelê vê derê ji ber ku li  vê derê av tune ye bi sed zehmetî avê ji herêma ku kîlometrek û nîv dûr î vê derê ye tînin. Ava ku tînin jî ne paqij e ku ku ji ber vê yekê nexweş dikevin.Bi izna Xweda ew ê bi van bîrê avê ev problem bi dawî bibe.”

Piştî diaya ku hat kirin re serokê komeleyê xebata kolana bîra avê da destpêkirin û di dawîyê de banga alîkarîya çêkirina camîyê kir.(ÎLKHA)