Zilm û zordarîya siyonistên îşxalker berdewam dike: Ji bo Şêx Îkrîme qedexeya seyahatê hat anîn

Siyonistên îşxalker ji bo Şêx Îkrîme Sabrîyê Serokê Heyeta Îslamî ya Bilind û Îmam Xatîbê Mescîda Eqsayê qedexeya seyahatê anî.

Ekleme: 26.03.2021 11:15:26 / Güncelleme: 26.03.2021 11:15:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qedexe bi talîmata Aryeh Derîyê qaşo Wezîrê Karên Hundir ê siyonistên îşxalker hatiye anîn.

Derbarê mijarê de ji teref ofîsê çapemenîyê ya Şêx Îkrîme Sabrî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, qerara qedexeya seyahetê ji teref îstîxbarata rejîma îşxalê ya siyonistan ve ji wan re hatiye teblîxkirin.(ÎLKHA)