Ji bo bajarên Kurdistana Bakur hişyarîya baranê

Ji teref Midûrtîya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ve ji bo Diyarbekirê, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Şirnex û Rihayê hişyarîya barana zêde hat kirin.

Ekleme: 23.03.2021 14:45:32 / Güncelleme: 23.03.2021 14:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, li bajarên ku navên wan hat zikirkirin dibe ku baran piştî nîvro tesîra xwe zêde bike.

Di berdewama daxuyanîyê de ji welatîyan hat xwestin ku li hember lehîyê bi dîqqat bin.(ÎLKHA)