2 zarokên ku heywan diçêrandin ji ber teqîna cismekî nediyar wefat kirin

2 kesên bi navê Yusuf Ata û Caner Sak ên ku ji bo çêrandina heywanan derketibûn çoltera gundê Yemîşlî ji ber teqîna cismekî nediyar ê ku dîtibûn, wefat kirin.

Ekleme: 22.03.2021 09:55:28 / Güncelleme: 22.03.2021 09:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer doh derdora seat 15.00an de li gundê Yemîşlîya Bêtûşebaba Şirnexê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Yusuf Ata û Caner Sakê ku li deştê heywanên xwe diçêrandin li rasta cismekî nediyar hatin. Cisimê nediyar di destê zarokan de teqîya.

Ji ber teqînê de her du xort birîndar bûn û bi helîkopterê hatin rakirin nexweşxanê.

Digel temamê midaxaleyan Yusuf Ata û Caner Sak li nexweşxanê canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)