Li Herêma Kurdistanê 2 kes ji Coronavîrusê mirin û 512 kes bi Coronayê ketin

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 18.03.2021 15:50:29 / Güncelleme: 18.03.2021 15:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 512 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 2 kes ji ber vîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3579 kesan; her wisa bi pêketina 512 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 114 hezar kesan.(ÎLKHA)