Li Efrînê êrîşa bombeyî: 2 mirî 2 birîndar

Hat ragihandin li bajara Efrîna Kurdistana Rojava bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin.

Ekleme: 17.03.2021 11:15:31 / Güncelleme: 17.03.2021 11:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin de 2 polês mirin û 2 jî birîndar bûn.

Hat ragihandin polêsên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Efrîn ji 18ê Adara 2018an vir ve di bin kontrola wan komên çekdar ên ku Tirkîye destek dide wan de ye û li herêmê gelek zêde teqîn û êrîş pêk tên.(ÎLKHA)