Lijneya Zanistê ya Coronavîrusê îro ji bo pêvajoya vaksînê dicive

Lijneya Zanistê ya Coronavîrusê ya Wezareta Tenduristîyê îro dê di serokatîya Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca de li Stenbolê bicive.

Ekleme: 17.03.2021 09:25:26 / Güncelleme: 17.03.2021 09:25:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ew ê civîn di seat 17.00an de dest pê bike û ew ê di hevdîtinê de geşedanên dawî bê nirxandin.

Tê diyarkirin piştî hevdîtinê dê Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca di seat 19.00an de daxuyanîyekê bide.

Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 71 canê xwe ji dest dan ku bi vê hejmarê, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 29 hezar û 623 kesan.(ÎLKHA)